Zerîf: Serketin, hasila serhildana ji bo dadperwerîyê ye
Îlon 19, 2018 18:12 Asia/Tehran
Wezîrê karên derve yê Îranê hevgavê roja 9`ê Muherremê ango Tasûayê li rûpela xwe ya Twwiterê peyamek bi boneya heyama tazîdarîya ji ber salvegera şehîdbûna Imam Hisên (S) weşand.
Wezîrê karên derve yê Îranê hevgavê roja 9`ê Muherremê ango Tasûayê li rûpela xwe ya Twwiterê li peyamekê bi boneya heyama tazîdarîya ji ber salvegera şehîdbûna Imam Hisên (S) nivîsî: 14 sedsal ji dema ku bûyera şehîdbûna mêrxwasane ya Imam Hisên (S) di şerekî neberanber li hemberî zilmê li Kerbelayê de qewimî, buhurîne.
Zerîf herwiha nivîsî: Fidakarîya Imam Hisên (S) hilgirê vê peyama mayinde û hertimî ye: Serhildana ji bo dadperwerîyê, serketinê bi xwe re tîne: Her rojek Aşûra ye û her der Kerbela ye.