Îlon 18, 2018 20:21 Asia/Tehran
  • Serokomarê Îranê diçe New York`ê

Alîkarê pişka peywendî û ragihandinê ya nivîsgeha serokomartiyê got: Serokê Komara Îslamiya Îranê, ji bo pişikdariya 73`emîn Civîna Civata Giştî ya Rêxistina Netewên Yekgirtî (NY), wê yekşemê 23`ê Îlonê seredana New York`ê bike.

Pervîz Îsmaîlî, alîkarê  pişka peywendî û ragihandinê ya nivîsgeha serokomartiyê, li hevpeyvîna bi IRNA`yê re herwiha got: Hesen Ruhanî, serokê Komara Îslamî ya Îranê, li sefera xwe ya bo New York`ê, ji bilî ronîkirin û ravekirina helwêstên Komara Îslamî ya Îranê li bara alûgorên herî dawîn ên navçeyî û navnetewî û axistina li Civata Giştî, wê li Civîna Aştiyê ya bona rêzgirtina Nêlson Mandêla, rêberê rehmetî yê Afrîqaya Başûr jî li Rêxistina Netewên Yekgirtî biaxive.

Îsmaîlî, civîna li gel komeka bijareyên di warê siyaseta derveyî de û herwiha hevdîtina bi hin serokên civatên îslamî yên li Amerîkayê, bernameyên din ên serokê Komara Îslamî ya Îranê li sefera bo New York`ê dan zanîn.

Alîkarê pişka peywendî û ragihandinê ya nivîsgeha serokomartiyê ya Îranê, herwiha ji hevpeyvîna bi hin mêdyayên navnetewî û herwiha lidarxistina civîna nûçeyan a li dawiya sefera serokê Komara Îslamî ya Îranê bo New York`ê agahî da û herwiha got: Ruhanî wê bi hin serokên welatên pişkdarê Civata Giştî, sekreterê giştî yê NY û hin serokên sazîyên navnetewî re jî gotûbêjê bike.