Tîrmeh 18, 2018 16:39 Asia/Tehran
  • Wilayetî: Sîyaseta stratejîk a Îranê li herêmê naguhere

Rawêjkarê karên navnetewî yê rêberê giranqedir ê Înqilaba Îslamî bi gotina vê yekê ku "sîyaseta stratejîk" a Îranê li herêmê naguhere, dîyar kir: Çawa ku Îran li gorî daxwaza Sûrîye û Iraqê alîkarîya van du welatana dike, dikare alî Yemenê jî bike.

Li gorî rapora FARS NEWS`ê, Elî Ekber Wilayetî ku hefteya buhurî bi mebesta hevdîtina digel rayedarên ûris çûbû Moskowê, li hevpeyvîna digel kanala Rusia Today`ê bi gotina vê yekê ku seredana wî ya vê dawîyê bo Rûsyayê, çi têkilîyek bi seredana vê dawîyê ya serokwezîrê Rêjîma Sîyonîst bo Moskowê re tinebû, pêgirî kir: Heke Îran û Rûsya ji Sûrîyê derkevin, Amerîka û Rêjîma Sîyonîst wê piştgirîya ji komên têrorîst ên li wî welatî bidomînin.

Rawêjkarê karên navnetewî yê rêberê giranqedir ê Înqilaba Îslamî bi gotina vîya ku Îran tenê li gorî daxwaza dewleta Şamê wê ji Sûrîyê derkeve, ragihand: Cidabûna nêrîn û helwestê yan serxwebûna sîyaseta Îran û Rûsyayê ji hev têkildarî Sûrîyê mijareke tam xwezayî ye, lê babetên hevpar û hevkarîyên Têhran û Moskowê li Sûrîyê gellek in.

Wî herwiha got: Hebûna Îranê li Sûrîyê têkilîya xwe bi Amerîka, welatên rojavayî û yan hin welatên herêmê re tineye û Îran piştgirîyê dide parastina yekperçetîya ax, dewlet û gelê Sûrîyê.

Rawêjkarê karên navnetewî yê rêberê giranqedir ê Înqilaba Îslamî pêgirî kir ku Donald Trump serokomarê Amerîkayê serederîyeke zirmohlane digel cîhanê dike û Îran li dijî her cure serdestîxwazî û îqtidarxwazîya Amerîkayê û her welatekî din e.