Zerîf: Îranê li Dîwana Navnteweyî ya Dadweriyê li dijî Emerîkayê doz vekir
Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê got: Têhranê ji ber cihanîna boykotên yekalî yên Emerîkayê li dijî Îranê, li Dîwana Navnteweyî ya Dadweriyê li dijî wî welatî doz vekir.
Muhemedcewad Zerîf, wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê, roja duşemiyê li twîtera xwe nivîsî: Îran li hember dijberiya Emerîkayê ya li hember dîplomasî û berpirsiyariyên hiqûqî, ser hakimiyeta qanûnê teqez dike û pêwîst e ku pêşiya vê reftara Emerîkayê ya binpêkirina mafên navneteweyî were girtin.
Trump serokkomarê Amerîka heştê meha Gulana 2018` an bi dubarekirina tawanên pûç li dijî Îranê, derketina Waşengtonê ji rêketinnama navokî û vegeryana boykotên navokî li dijî Îranê di 3 heya 6 mehên din raghand.
Birayan Hok, rêveberê siyasetdanîna Wezareta karên derve ya Emerîkayê, 2 tîrmeha 2018` an stratejiya nû ya dewleta Trump li hember Îranê şirove kir û raghand: Dewra nû ya boykotên Emerîkayê li dijî Îranê ku pişka çêkirina trimbêlan û zêrê digre ber xwe ji 4 Tebaxa 2018` an û beşa wê ya din ku li warê enerjî û xebatên bankî yên Îranê ji 4 Mijdara îsal dê cih were.
Dîwana Navnteweyî ya Dadweriyê yek ji bingehên sereke yên Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ye ku erka wê çareserkirina pirsgirêkên dewletan li gor mafên navneteweyî û dayîna bîr û rayên şêwirînê li bara meselên hiqûqî li gor daxwaza civata giştî, konseya Ewlehiyê û saziyên din ên Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ye.