Tîrmeh 16, 2018 16:21 Asia/Tehran
  • Hevdîtina Serokerkanê Hêzên Çekdar ê Îranê û Fermandarê Hêza Zemînî yê Artêşa Pakistanê

Serokê Erkantiya Giştî ya Hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê û Fermandarê Hêza Zemînî ya Artêşa Pakistanê roja Duşemiyê li Islam Aavaya paytexta Pakistanê hevdu dîtin û li ser berfirehkirina pêwendiyên dualî, ewlehiya navçeyê, ewlehiya sînoran û hevkariyên berevaniyê gotûbêj kirin.

Serokê Erkantiya Giştî ya Hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê, Serdar serleşker Mihemed Baqirî roja Duşemiyê li hevdîtina digel Fermandarê Hêza Zemînî ya Artêşa Pakistanê, Qemer Cavîd Bacwa, tevî şermezarkirina êrşîşên têrorîstî li vî welatî, li ser pêwîstiya hevkariya dualî bi armanca berfirehkirina pêwendiyan bi taybet li warê berevaniyê û fêrkirina hêzan pêgirî kir.

Fermandarê Hêza Zemînî ya Artêşa Pakistanê, Qemer Cavîd Bacwa jî li vê hevdîtinê xurtkirina hevkariya leşkerî ya di navbera Îranê û Pakistanê da pêwîst da zanîn û got: Hevkariya du welatan lis er aştî û aramiya navçeyê bandora erênî dike.

Serleşker Baqirî û komek ji rayedarên pileberz ên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê ku roja Yekşemiyê li ser vexwendina Fermandarê Hêza Zemînî ya Artêşa Pakistanê, Qemer Cavîd Bacwa, sefera Islam Avayê kirin, biryar e digel Memnûn Hisên serokomar, berpirsên Wezareta karên derve û rayedarên leşkerî yên Pakistanê hevdîtin û gotûbêj bikin.