May 28, 2018 11:24 Asia/Tehran
  • Tekîda Rûhanî ser dewama xebatên ji bo îbtalkirina boykotên bi dijminatî yên Amerîkayê dijî Îranê

Serokkomarê Îranê ser dewama xebatên ji bo îbtalkirina boykotên yekalî û bi dijminatî yên Amerîkayê dijî Îranê sekinî.

Li gor rapora IRIB Newsê, Hesen Rûhanî li hevdîtina yekşemê şev a xwe tev hinek ji mamostayên zankoyan û xebatkarên pişka abûrî li Têhranê bal kişande ser viya ku berêxwedana bi abûra derveyî ya netewî ji pêwîstî û siyaseta sereke ya nizama welêt e got: Bi hevgirtinê pîlanên dijminan dê pûç bin û her cure boykotek bibe mecal.

Rûhanî tevî piştevaniya ji pişka xisûsî ya abûrê bona pûçkirina boykotan û got: Amerîkî derew dibêjin ku hedefa wan ji boykotan gelê Îranê nîne, wan gelê Îranê li van boykotan kirine hedef.

Serokkomarê Îranê tevî destnîşankirina ser pêşketina welêt daxwaza piştevaniya ji sermayeguzarên biyanî û derfirotina netewî kir.

Rûhanî got: Roja îro xîncî çend welatan para pirtir a welatên cîhanê siyaseta bi dijminatî ya Amerîkayê dijî Îranê mehkûm kirin û piştevaniya navnetewî ya ji Komara îslamî ya Îranê zêdetir bûye û Ajansa Navnetewî ya Enirjiya Atomî piştevaniya rêketina navokî û pilana navokî ya Îranê kiriye.