May 28, 2018 10:42 Asia/Tehran
  • Iraqçî: Pêşketinên baş ên me û ewrûpiyan li ser rêketina navokî hebûne

Alîkarê sîyasî yê wezîrê karên derve yê Îranê got: Li du hefteyên bihurî me û ewrûpiyan pêşketinên baş li ser rêketina navokî hebûye lê hîn desthata sereke nehatiye dest.

Li gor rapora IRIB News'ê, Seyîd Ebas Iraqçî  alîkarê sîyasî yê wezîrê karên derve yê Îranê û serokê îranî yê navenda şopandina cihanîna rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê bal kişande ser micidbûna ewrûpiyan li ser gotûbêjên li bara rêketina navokî û ragihand: Hîn em arxayîn nebûne ku gelo ewrûpî dikarin xwestekên Îranê yên gor rêketina navokî dabîn bikin yan na.

Iraqçî li bara şert û mercên Rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî jî ragihand ku Pêwîst e ewrûpî bêjin ku çawan ewna dixwazin şert û mercên Îranê yên gor rêketina navokî dabîn bikin û çi zimanetekê ewna didin Îranê.

Rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî li gotinên xwe yên çarşemiya bihurî 23 Gulanê ragihand : zimanetên rastîn ji aliyê welatên ewrûpî bona dabînkirina qazancên abûrî yên Îranê gor rêketina navokî ku Amerîka soza xwe cih neanî û ji nav vê rêketinê derket, gotûbêjnekirina ser du babetên li ser qudreta Îranê yanî pilana mûşekî û hizûra navçeyî ya Îranê, zimaneta kirrîna nifta Îranê, zimaneta bankên ewrûpî li bara tecaretên dewletî û xisûsî tev Îranê û sekinîna eşkera ya Ewrûpayê li hemberî boykotên Amerîkayê dijî Îranê ji mercên dewama rêketina navokî daye zanîn.

Alîkarê sîyasî yê wezîrê karên derve yê Îranê herwisa ragihand ku ku gotûbêja li ser xebatên mûşekî hêla sor a tîma Îranê li gotûbêja tev ewrûpiyan e û em qet gotûbêjali ser xebatên xwe yên mûşekî nakin.

Seyîd Ebas Iraqçî destnîşan kir ku em li nav rêketina navokî da heta wê çaxê dimînin ku xêr û qazanca me dabîn be û piştî ku Amerîka ji nav rêketina navokî derket ewrûpiyan mecal xwestine ta ku li ser çawaniya dabînkirina xwestikên Îranê gotûbêjê bi hevra bikin.