May 26, 2018 18:57 Asia/Tehran
  • Qasimî: Wezîrê karên derve yê Amerîkayê gellekî ji alûgurên cîhanê dûr e

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê wek berteka li hemberî gotinên wezîrê karên derve yê Amerîkayê pêgirî kir: Mafê destûrî yê Komara Islamî ya Îranê yê zengînkirina oranîyomê misoger bûye û zanista xwecî ya vî karî jî li welêt heye.

Mayk Pompêo wezîrê karên derve yê Amerîkayê duşema buhurî piştî ku di 8`ê Gulanê de bi tawanbarkirina dubare ya Îranê û ragihandina vekişîna welatê xwe ji rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê û gefa sepandina boykotên herî giran ser Îranê de, 12 merc bo Îranê ji wan jinavbirina navendên zengînkirina uranîyomê hilêxistin.

Behram Qasimî di bersiva van gotinên Pompêo de got: Wezîrê karên derve yê Amerîkayê dereng û bêyî hilkolandina pêwîst û tam derbasî mijarên sîyaseta derve û mijara zengînkirina oranîyomê li Îranê bûye û Pompêo ji rastî û alûgurên cîhanê gellekî dûr e.

Qasimî bi gotina vîya ku wezîrê karên derve yê Amerîkayê gotinên pêşîyên xwe yên işkestxwarî dubare dike, dîyar kir: Ez temîyê didim Pompêo ku careka din vê mijarê bi awayekî deqîq hilkolîne û agahîyan di vî warî de bi dest bixe.