May 21, 2018 13:36 Asia/Tehran
  • Berteka Qasimî li hemberî tawanên dijî Îranê derbarê Efxanistanê

Berdevkê Wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: kesin hewil didin ku bi hilêxiostina tawanên nerewa, raya giştî ya Efxanistanê ji hokar û hegerên rasteqîn û sereke yên dewama şêrr li vî welatî bialifînin.

Berdevkê Wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê, Behramê Qasimî got: Li pey êrîşên heftiya bihurî yên koma Talibanê li parêzgeha Feraha Efxanistanê, mixabin li vî welatî hinekann cînarên Efxanistanê bi sûcê piştgiriya ji Talibanê tawanbar kirine û fermandarên leşkerî yên amerîkî jî ku piştî bi salan hebûna berfireh a leşkerî li Efxanistanê û rijandina xwîna bi hezaran kes ji gelê bê guneh ê vî welatî, nekarîne aramî û ewlehiyê pêk bînin, hewil didin li tawanbarkirina Îranê bi sûcê piştgiriya ji Talibanê, raya giştî ya Efxanistanê ji hegerên rasteqîn ên dewama şêrr li vî welatî dûr bikin.

Berdevkê Wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Komara Îslamî ya Îranê nêzikî çar dehsalan li kêleka gel û dewleta Efxanistanê ji bo berevaniya ji hakimiyet û serxwebûna wan sekiniye û gotinên ku ji bo rizamendiya biyanî û destdirêjkeran tên hilêxistin, ne li gorî vê êwendiya bi dostanî ne.

Berdevkê Wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê got: Gotûbêjên Îran û Efxanistanê ji bo çareserkirina kêşeyên avê ji riya dîplomatîk va didomin û girêdana vê mijarê bi meseleyêîn navxweyî li Efxanistanê, tu bingeha xwe ya mentiqî, beraqil û rasteqîn tune.

Berdevkê Wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê careka din bikaranîna şidet û tundiyê li Efxanistanê şermezar kir.