Nîsan 21, 2018 10:30 Asia/Tehran
  • Balyozê Rûsiyê li Têhranê: Tu têkilliya bernameya mûşekî ya Îranê bi Lihevkirina Navokî ra tune

Balyozê Rûsiyê li Têhranê destnîşan kir: Berrnameya mûşekî ya Komara Îslamî ya Îranê û siyaseta navçeyî ya Têhranê ti têkilliya xwe bi Lihevkirina Navokî ra tune.

Balyozê Rûsiyê li Têhranê, Lêvan Cagariyan (Levan Jagarian) roja Şemiyê li gotûbêja bi IRIB Newsê ra li bara helwêsta Rûsiyê li bara siyaseta dijî Lihevkirina Navokî ya Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê got: Moskoyê çend caran destnîşan kiriye ku alîgirê nêrîna venihêrîna li Lihevkirina Navokî nîne.

Cagariyan bi gotina vê yekê ku Lihevkirina Navokî belgeyeka gellek baş, hevseng û qebûlkirî ji bo tevahiya aliyan e, her wiha got: Rûsiyê encama gotûbêjên ku li paş perdeyê li hin paytextên ewropî di navebra Amerîka, Almanya, Fransa û Inglîsê pêk tên, cuda ji naveroka wan, berçav nagire, ji ber ku bêyî Rûsiye, Îran û Çîmê pêk tê.

Balyozê Rûsiyê li Têhranê tevî diyarkirina mixabiniya xwe ji hewildanên dijî Lihevkirina Navokî yên Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê got: Ev cûre hewildanên Amerîkayê vê pirsê hilêdixin ku "Gelo meriv dikare baweriya xwe bi dewleta Amerîkayê ra bîne?".

Cagariyan destnîşan kir: Siyaseta zext û gefê ya Amerîka, Almanya, Fransa û Inglîsê li dijî Îranê dê bê encam be, ji ber ku Rûsiye û Çînê bi caran ragihandine ku sozdarê Lihevkirina Navokî ne.

Balyozê Rûsiyê li Têhranê her wiha ji cîbicîkirina têrorîstên DAIŞê ji aliyên amerîkiyan li parêzgehên cûrbicûr ên Efxanistanê agahî da û got: Moskoyê çend caran li bara veguhestina têrorîstên DAIŞê ji Sûriye û Iraqê bo Efxanistanê ji amerîkiyan pirs kiriye, lê heta niha tu bersivek wernegirtiye.

Cagariyan her wiha got: Ev sênaryoya ducûre ya amerîkiyan e û ewna bi êgir dilîzin.