Nîsan 19, 2018 19:30 Asia/Tehran
  • Daxuyaniya Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî bi minasibeta Roja Pasdaran

Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî, mayinde û misogerkirina ewlehiya netewî û bingehînkirina hêza navçeyî ya Komara îslamî ya Îranê, ji destkevtên parêzvaniya Înqilaba Îslamî ya bêyî ku bikeve bin bandora alyekê da zanîn ku li bin siya rêbertî û rênimûniyên fermandetiya gişt hêzan HZ, ayetullah Xamineyî û bi piştevaniya gelê Îranê gihêştiye encamê.

 Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî, bi weşandina daxuyaniyekê bi minasibeta salroja pîroz a ji dêbûna hezretê Îmam Hisên (s), îmamê sêyem ê şîeyên cîhanê û roja Pasdaran, ragihand: Bîreveriya dîrokî ya gelê Îranê, şahidiyê dide ku di mideha 40 salên buhurî de,  eger Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî,, bi amadebûn û rolhebûna xwe ya bi pêşengî, têkoşerane û fîdakarane di hemî warên ku Înqilab û welêt hewcetî pê hebûne, ji sekinîna li hember dijminên Înqilabê li her dera welatê îslamî li meh û salên destpêkê yên serketina Înqilabê û berdewamiya nizamê heya şerrê sepandî yê giştalî û heştsalî yê istikbara cîhanî, nebûya, çarenivîsa nizam û Înqilabê wê bi awayekî din biba.

Li vê daxuyaniyê hatiye: Îro rojê  Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî,, ji bilî destkevtên navxweyî, anegorî armancên Înqilabê û pêwîstiyên pêşberî Komara îslamiya Îranê, di rewşên pirr bi xeter û pirr bi gef a niha, bûye aktoreka girîng û bi bandor li mijarên ewlehiyê yên Rojavaya Asyayê û bi jordabirina hêza xwe ya hişmend û venihêrîna ramana berxwedanê li çanda siyasî ya navçê, hêzekê pêk anîye ku netewên ku ketine ber êriş û gefên şerrên bi wekalet û terorîsma tekfîrî, wê ji bo hertim xwe deyndarê wê bizanibin. 

Sibê îniyê, 20`ê Nîsanê ya sala 2018`an,hevgavê 3`ê Şebana sala 1439`an a Koça Heyvî, salvegera ji dêbûna hezretê Îmam Hisên (s), îmamê sêyem ê şîeyên cîhanê û Roja Pasdaran e.