Adar 18, 2018 18:30 Asia/Tehran
  • Pêgirîya Îran û Umanê ser pêwîstîya bihêzkirina aştî û istiqrara li navçê

Serokê Komara Islamî ya Îranê li hevdîtina tev wezîrê karên derve yê Umanê pêgirî li ser berfirekirin û bihêzkirina zêdetir ji ber ya peywendîyên Têhran-Mesqetê kir.

Li gorî rapora malpera ragihandinê ya serokomarîya Îranê, Hesen Rûhanî îro li hevdîtina digel Yûsif Ibnê Elewî wezîrê karên derve yê Umanê li Têhranê berfirekirina peywendîyên bankî û hêsankarîyên ji bo hatin û çûyîna tacirên her du welatan di warê berfirekirina hevkarîyên ticarî û aborî yên dualî girîng zanîn û got: Komara Islamî ya Îranê micid e ku peywendî û hevkarîyên giştalî digel Umanê berfire bike.

Rûhanî bal kişand ser vîya ku roja îro Îran û Umanê erkek giran li hemberî meseleyên navçê hene û divê bi saya sûdwergirtina ji ezmûnên xwe di çarçova berfirekirina aştî û istiqrara navçê de pêngavan rakin û dîyar kir: Çiqas navçe aloz be, welatên navçê dê zêdetir ji her welatî zîyanê bibînin.

Serokê Komara Islamî ya Îranê bi pêgirîya ser vê yekê ku hewildana ji bo kutakirina bombebarankirin û kuştina gelê Yemenê pêwîst e, hêvî kir: Hevkarîyên Îran û Umanê alîkarîyê bidin gelê Yemenê ji bo pêkanîna aştî û aramîyê li vî welatî.

Yûsif Ibnê Elewî wezîrê karên derve yê Umanê jî li vê hevdîtinê bal kişand ser peywendî û hevkarîyên dostane û ber bi berfirebûnê yên her du welatan di van salên dawîyê de û got: Uman hertim xwazyarê pêkanîna peywendîyên giştalî û herî zêde digel Komara Islamî ya Îranê bûye û ji bo berfirekirina hevkarîyên ticarî û çandî yên digel Îranê hewil dide.

Wezîrê karên derve yê Umanê herwiha qedrê Komara Islamî ya Îranê ji ber hewildan û cidîbûna ji bo bihêzkirina aştî û istiqrarê li navçê girt ş got: Şerê li Yemenê encamek bilî bela û alozîyê ji bo navçê neanîye û divê hewil bê dayîn ku zûka kuştina gelê vê navçê bê kutakirinê û alîakrîyên mirovdostîyê bigihêjin ber destê gelê Yemenê.