Adar 18, 2018 14:04 Asia/Tehran
  • Birûcêrdî: Ewropa nikare biryarên girîng bide

Serokê Komsyona Ewlehîya Netewî û Sîyaseta Derve ya Meclisa Îranê got: Ewropayê hertim nîşan daye ku nikare biryarên girîng bide.

Elaedîn Birûcêrdî serokê Komsyona Ewlehîya Netewî û Sîyaseta Derve ya Meclisa Îranê wek berteka li hemberî biryara vê dawîyê ya Fransa, ALman û Ingilîsê têkildarî sepandina boykotên nû dijî bernama mûşekî ya Îranê got: Welatên ewropî heke bixwazin bo xweşirînkirina ber dilê Amerîkayê dest bi boykotkirina Komara Islamî ya Îranê bikin, eva şêwaza herî xirab e ku dê lawazîya ewropîyan li hemberî zextên Amerîkayê nîşan bide.

Alman, Fransa û Ingilîsê bi idiaya handana Donald Terump serokomarê Amerêkayê ji bo mayîna li rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê pêşnîyar li YE`yê kirin ku boykotên nû ser Îranê de bisepîne ku li gorî wê kesên têkildarî bernama mûşekî ya Îranê û çalakîyên Têhranê li Sûrîyê bike armanc.

Serokê Komsyona Ewlehîya Netewî û Sîyaseta Derve ya Meclisa Îranê pêgirî kir: Pêkanîna vê biryarê dê bandoreke xirabkir a giran li peywendîyên Îran û Ewropayê bike.

Birûcêrdî herwiha got: Bihêzkirina peywendîyên digel welatên rojhilata dinyayê, karên mezin digel welatên wek Çîn û Ûrsêtê û sûdwergirtina ji potansîyelên cînaran divê li sîyaeta derve ya Îranê bên şopandin.