Adar 17, 2018 09:54 Asia/Tehran
  • Berteka Iraqçî li hemberî helahelaya Reuters'ê

Alîkarê siyasî yê wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê êvara Îniyê li Viyenê wek berteka li hemberî îdiaya Reutersê ya biryara ewropiyan bona boykotkirina Îranê got: Ewropî li dû parastina Lihevkirina Navokî û betalkirina boykotan in.

Ajansa nûçeyan a Reutersê berêvara Îniyê îdia kiribû ku Brîtanya, Alman û Fransa bi mebesta handana Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê ji bo mayîna li Lihevkirina Navokî ya navbera Îranê û Koma 5+1ê pêşniyar dane Yekîtiya Ewropayê ku boykotên nû li ser Îranê bên sepandin.

Li gorî rapora IRNAyê, Alîkarê siyasî yê wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê, seyd Ebas Iraqçî got: Tiştê ku ewropiyan hem li hevdîtinên dualî û hem li civîna komîsiyona hevpar a Lihevkirina Navokî bi awayekî ciddî û tekûz destnîşan kirine, ev e ku ewna dixwazin Lihevkirina Navokî ya nasyar bi Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar were parastin û dil hene ku li gorî Lihevkirina Navokî divê tevahiya babetên rakirina boykotan hema wisa hebin û Îranê ji sûd û serpişkiyên wan sûdê werbigire.

Alîkarê siyasî yê wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê got: tevî vê yekê renge hin welatên ewropî li dû kiryarin weke boykotên ne-navokî li ser Îranê ji bo kêfxweşiya serokomarê Amerîkayê bin; Lê ewna bi vî karî şaşitiyeka mezin dikin  û dê encamê wê yên rasterast li ser Lihevkirina Navokî û dewama mayîna vê Lihevkirinê bibînin.

Iraqçî destnîşan kir ku baştir ev e ku welatên ewropî wisa ku heta niha pêngav rakirine, li dû sozdariya berdewam a Amerîkayê derheq Lihevkirina Navokî bin û vî welatî han bidin ku Lihevkirina Navokî i niyeta baş li hemî pişkên wê cih bîne, ji ber ku tu riyeka din ji bo parastina Lihevkirina Navokî ji billî sozdariya tam a Amerîkayê û aliyên din ên Lihevkirina Navokî derheq sozên xwe namîne.

Trump bi vê îdiayê ku Lihevkirina Navokî tenê berjewendiyên Komara Îslamî ya Îranê dabîn dike, dixwaze ku naveroka Lihevkirina Navokî li ser xêr û qazanca Waşîngtonê bê guhertinê.

Ev di rewşekê da ye ku aliyên din ên Lihevkirina Navokî (Brîtanya, Franse, Rûsiye, Çîn, Almanya û Yekîtiya Ewropayê) bi caran tevî pêgiriya li ser vê yekê ku Lihevkirina Navokî ya civata navneteweyî ye, bi bîr xistine ku ev lihevkirin, lihevkirinek nîne ku bi awayê dualî hatibe îmzekirin û meriv bikare guhertinekê têda pêk bîne.