Sibat 19, 2018 19:58 Asia/Tehran
  • Îran tazîdara şehadeta Hezreta Fatimeya Zehra (s) ye

Sibê sêşemê 20`ê meha Sibata sala 2018`an, 3`ê Cemadî ul-Saniya 1439`an a koça Heyvî, salvegera şehadeta hezreta Fatimeya Zehra (s), keça hêja ya pêxemberê Îslamê, hezretê Mihemedê Mistefa (S) û hevjîna Emîr el-Muminîn Hezretê Elî Ibnê Ebîtalib (s), îmamê yekem ê şîeyên cîhanê ye.

Xelkê misilman ê Îranê, li şeva şehadeta hezreta Fatimeya Zehra (s), tazîdar e.

Hogir û hezkiriyên ehlê bêytê (s) bi amadebûna li mizgevt, husêniye, cihên pîroz û herwiha li herema paqij a hezretê Îmam Riza (s), îmamê heştemîn ê şîeyên cîhanê li Meşheda Pîroz (bakûrê rojhilata Îranê) û herema hezreta Mesûme (s) li bajarê Qumê (başûrê Têhranê), li rêûrisma tazîdariya şehadeta mezlûmane ya keça pêxemberê hêja (silavên Xwedê lê bin), hezreta Fatime (s), rondikan dibarînin.

Hezreta Fatime (s) li 20`ê Cemadî ul-Sanî ya sala pêncan a Bêsetê li Mekeya Mukereme hate dinê.

Hezreta Fatimeya Zehra (s), piştî 18 salan jiyanê, di encama zilm û zora hakimên wê demê û xema koça dawiyê ya bavê xwe yê hêja hezretê Muhemed (s) de, bi riwayetekê li 13`ê Cemadî ul-Ewelê û yan jî 3`ê Cemadî ul- Saniyê ya sala 11`ê Koça heyvî şehîd bû.

Radyo û televîzyona Kurdî ya Seherê, salvegera şehadeta Hezreta Fatimeya Zehra (s) sersaxî dibêje hemî misilman û azadîxwazên cîhanê.