Çile 23, 2018 16:05 Asia/Tehran
  •  Nobext: Hêza bervaniyê ya Îranê nayê muzakirekirin

Berdevkê Dewleta Komara Îslamî ya Îranê roja sêşemiyê bal kişand ser vê yekê ku hêza berevaniyê ya Îranê nayê muzakirekirin û got: Tu kes nabe li meselên berevaniyê û mûşekî yên Komara Îslamî ya Îranê mudaxilê bike.

 Li gorî rapora Fars Newsê, Muhemed Baqir Nobext wek berteka li hember gotinên  vê dawiyê yên Jan Iyo Loderyan, wezîrê karên derve yê Frannsayê ku îdia kiribû Parîsê  hin gotûbêj bi Îranê re li  bara bernama  mûşekî destpê kiribû û destnîşan kir: Komara Îslamî ya Îrsnê bi tu welatekî re  li bara meselên  mûşekî yên xwe muzakire nekiriye û dê neke jî.

 Berdevkê dewleta Îarnê destnîşan kir ku xurtkirina  hêza brevenaiyê mafê rewa yê Komara Îslamî ya Îarnê ye.

 Rayedarên  Komara Îslamî ya Îranê bi caran  bal kişandiye ser vê yekê ku  bernameyên  berevaniyê yên Îranê ji wan bernama mûşekî hêla  sor a Komara Îslamî ya Îranê ye, ragahndine ku siyasetên  berevanî û mûşekî yên Îranê ji bo berevaniya ji welêt û alîkariya bi aşitî, aramî û ewlehiya navçê ye.

 Waşengton û hin hevpeymanên  wê tim daxwaza rawestandina  beranmeyên  berevaniyê yên Komara Îslamî ya Îranê ne.  Emerîkî û hevpeymanên wê îdia dikin ku ceribandinên  mûşekî  yên Îranê li dijî biryarnama 2231yê a Konseya Ewlehiyê ye.

 Eva li halekê ye ku Nebîle  Misralî berdevkê berpirsa  siyaseta  derve ya  YE vê dawiyê ragahnd ku ceribandina  mûşekî ya Îranê binpêkirina  hevhatina navokî  nîne.