Çile 22, 2018 16:56 Asia/Tehran
  •  Serdar Qaanî:Firîna balefirên cengê yên Rejîma  Siyonîstî li esmanê Yemenê nîşana rezîliya siûdiyan e

Cîgirê fermandê hêza Qudsê ya Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî destnîşan kir: Firîna balefirên cengê yên Rejîma Siyonîstî di esmanê Yemenê de, nîşana zîlet û lawaziya rayedarên Rejîma Siyoîstî ye.

 Hevpeymaniya Erebî bi serokatiya Erebistanê û bi alîkariya Amerîkayê bi heceta vegerandina serokkomarê revyayî yê Yemenê Mensûr Hadî êrişên xwe yên dirindane li dij gelê Yemenê despê kirin ku di encama van êrişan de bi dehan hezar kes  ji xelkê sivîl kuştin an birîndar kirin û bi sedan hezar kes ji xelkê vî  welatî aware û bê mal û xanî kirin. Herwiha di encama van êrişan zêde ji sedî 80 binavahî, navendên perwerdehî, nexweşxane  û navendên dermanî, medrese û malên xelkê wêran û kawil bûn . Herwiha di encama dorpêşiya xelkê yemenê ji erd, esman û deryayê ji aliyê Hevpeymaniya Erebî, ew ketin nav rewşeke diltezîn û belengaziyê. 

Rejîma Siûdî, Emerîka û Rejîma Siyonîstî heya niha ji ber berxwedana  xelkê Yemenê nekarîne  li vî welatî bighêjin armancên xwe.

 Li gorî rapora IRNA`yê,  serdar sertîp pasdar Îsmaîl Qaanî roja duşemiyê li civîna  Azadiya Mizgevta Eqsayê li saya serketina  bereya berxwedanê`` li Têhranê bal kişand ser lawaziya  rayedarên hin welatên ereb li hember Rejîma Siyonîstî û got: Ew li dû  lihevkirina  tev Rejîma  dagirkirê Qudsê ne.

 Cîgirê fermandê hêza Qudsê ya Sipahê Pasdarên  Inqilaba  Îslamî her wiha  bal kişand ser piştgiriyên  Komara Îslamî ya Îranê ji gelê Filistînê û got: Bi serketina  Inqilaba  bi coş a Îslamî li Îranê,  bingehên  berevaniya ji Filistînê xurttir bûn.

 Serdar Îsmaîl Qaanî her wiha diyar kir: Bi xêr û bereketa Inqilaba Îslamî her roj yekitiya  heqxwazan ji bo rawestana li ber  cinayetên  Rejîma Siyonîstî zêdetir dibe.

 Hewldana  rayedarên  hin welatên  ereb ji bo normalkirina  peywendiyên rev Rejîma Siyonîstî li halekê ye ku  v rejîma  bi salan e xêncî serkutkirina  filistîniyan piraniya  navçên erebî-Îslamî dagir kiriye.