Beyîdînijad: ``Îdiayên nûnera Amerîkayê li Rêxistina Netewên Yekgirtî dijî Îranê bê xîm û binyat e``
Baylozê Komara îslamî ya Îranê li Ingilîzê got: ``Amerîka li halekê Îranê bi dayîna sîlah û mûşekan bi Yemenê tawanbar dike ku Erebistan bi çek û sîlahên Amerîkayê xelkê bê gunehe Yemenê dikuje``.
Nîkî Hîliya nûnera hertimî ya Amerîkayê li Rêxistina Netewên Yekgirtî duh pêncşemê bêyî ku balê bikişîne ser piştevaniyên çekdarî yên bêrawestan ên Waşîngtonê ji Erebisrtanê ji bo bombebarana gelê bindest ê Yemenê, Îran bi sûcê biçekkirina tevgera Ensarullahê ji bo êrîşa mûşekî ser Riyazê tawanbar kir.
Hîliyê îdia kir ku Îranê biryarnama Konseya Ewlehiyê binpê kiriye û sîlah û mûşek dane Hûsiyên Yemenê.
Baylozê Komara îslamî ya Îranê li Ingilîzê destnîşan kir: ``Hevçaxî vê teblîqata derewîn a nûnera Amerîkayê li Rêxistina Netewên Yekgirtî, Erebistan hema bi çek û sîlahên amerîkî gelê bê berevane Yemenê dike hedefa êrişên xwe û dikuje``.