Mijdar 24, 2017 17:55 Asia/Tehran
  • Amano careka din ser sozdariya Îranê derheq Lihevkirina Atomî tekez kir

Birêvebirê giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê careka din li ser sozdariya tam û tekûz a Îranê derheq Lihevkirna Navokî pêgirî kir.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Xinhua`yê, Birêvebirê giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê, Yokiyo Amano li civîna desteya rêvebiriya vê ajansê li Jênêvê careka din destnîşan kir ku Îranê sozên xwe yên derheq Lihevkirina Atomî cih anîne.

Amanoyî her wiha got: ``Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê dikare here her dera hewce li Îranê û dikare seredana wê derê bike``.

Amanoyî got: ``Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê ceribandina rastbêjiya Îranê didomîne û pêgiriyê dike ku Îran sozdarê Lihevkirina Navokî maye``.

Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê roja Pêncşemiyê jî li rapora xwe ya nû ya demsalî careka din sozdariya tam a Îranê derheq Lihevkirina Atomî piştrast kir.

Ev nehemîn rapora Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê li ser Lihevkirina Navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1`ê ye ku li her neh raporan bi awayekî fermî sozdariya tam a Îranê derheq vê lihevkirin hatiye piştrastkirin.