Larîcanî: ``Bila Îran û Tirkiye li hemberî lîstikên Amerîkayê li naveyê rawestin``
Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê destnîşan kir: ``Pêwîst e ku Îran û Tikriye welatênm navçeyê derbarê lîstikên Amerîkayê li warê girêdana biryarnameyên leşkerî û talankirina diravê gelên navçeyê agah bikin``.
Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê, Elî Larîcanî li kêleka dehemîn civîna parlimanên asyayî li Stenbolê, li hevpeyivîna bi ajansa nûçeyan a Anatoliya Tirkiyê re bi gotina vê yekê ku pêngavên Amerîkayê li navçeya rojavaya Asyayê mijûlî mjûlkirina welatan bi hev ra bûye, got: ``Welatên girîng li navçeyê wekî Îran ê ûtirkyiê divê komployên Amerîkayê ji welatên navçeyê ra bêjin``.
Larîcanî her wiha got: ``Amerîkî rojekê Taliban û DAIŞ`ê pêk tînin ku dibe sebeb çavkaniyên welatan ji nav here û Rêjîma Siyonîst bêyî tu xerc û dijwariyekê vê rewşê ser xêra xwe bi kar bîne``.
Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê bi gotina vê yekê ku amerîkîyan piştî jinavçûna DAIŞ`ê li Iraq û Sûriyê, berê xwe dane Libnanê, got: ``Komcivîna parlimanên Asyayê dikare roleka girîng li warê pêkanîna aştî û ewlehiyê li navçeyê hebe``.
Larîcanî her wiha bal kişande ser hevkariyên baş navbera Têhran û Enqerê û ji welatên din ra şîret kir ku ``Kêşeyên xwe dewsa helahelayê, ji rêya gotûbêjê çareser bikin``.
Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê her wiha bal kişande ser civîna li Sûçiya Rûsiyê û got: ``Îran, Tirkiye û Tirkiyê ne tenê li warê propagandayê, belkî di pratîkê da şerê djî têrorîsmê kirin``.
Civîna sêalî ya serokomarên Îran, Tirkiye û Rûsiyê bi armanca hilkolandina rewşa Sûriyê û peydakirina rêkarekê ji bo bidawîanîna qeyrana vî welatî roja Çarşemiyê li Sûçiya Rûsiyê hat lidarxistin.