Mijdar 23, 2017 18:33 Asia/Tehran
  • Serleşker Ceferî: ``Besîc nîşana berxwedana gelê Îranê û ometa îslamî ya navçê ye``

Fermandarê giştî yê Sipahê Pasdarên Inqilaba îslamî ya Îranê serketinên mezin li navçê deyîndarê Besîc da zanîn û got: ``Besîca Gelanî li Îranê û li 8 sal berevaniya pîroz bûye sebeb ku gelên dine navçê jî jê mînak werbigrin``.

Li gor rapora IRIB News`ê, Serdar Serleşker Muhemmed Elî Ceferî Fermandarê giştî yê Sipahê Pasdarên Inqilaba îslamî ya Îranê li press konferansa xwe ya îro li Têhranê li bara rewşa navçê ragihand: ``Hizbullaha Lubnanê roja îro ji ber palpiştiya Besîcê, xwe li hemberî Îsraîl parastiye û eger besîca gelanî li Sûriyê pêk nedihat ev welata parçe parçe dibû``.

Fermandarê giştî yê Sipahê Pasdarên Inqilaba îslamî ya Îranê bal kişande ser kokbirbûna terorîstên DAIŞ`ê li navçê û destnîşan kir: ``Helbet DAIŞ wekî grûpekî çirîkî, binerdî û veşartî li welatên curbicur bo nimûne li Efxanistanê heye loma pêwîst e Sipah li hemberî van cure pîlanan raweste``.

Serleşker Ceferî li bara siyaseta bi dijminatî ya Erebistana Seûdî dijî Îranê û Hizbullaha Lubnanê got: ``Îran hîn jî dê dewamê bide sebr û hedara xwe li hemberî Erebistanê ji ber ku naxwaze hema rasterast li hemberî Erebistanê bisekine û radigehîne ku bila Erebistan dest ji van cure siyasetên xwe berde ji ber ku her aliyek bixwaze li hemberî Inqilaba îslamî raweste dê dûhata van cure siyasetên xwe bibîne``.

Fermandarê giştî yê Sipahê Pasdarên Inqilaba îslamî ya Îranê ragihand ku her cure şerek li navçê dê bibe sebeb ku Rejîma Siyonîst jinav here û got: ``Siyonîstan pişkek ji karayiya bereya berxwedanê li şerên 33 û 22 rojî dîtine û eger bê û Îsrayîl êrişî her bereyekî berxwedanê bike, dê bereyên din ên berxwedanê alîkariyê bidin hevdu``.

Wî li bara gotinên vê dûmahîkê yên rojavayiyan li ser karayiya mûşekî ya Îranê jî got: ``Xebata wealtên rojavayî li vê barê bêencam e ji ber ku Îran li ser karayiya mûşekî û berevaniya xwe bi tu aliyekê gotûbêj nake``.