Mijdar 19, 2017 18:33 Asia/Tehran
  • Neqewî Husêynî: Danîna sînoran li asta kirrîn û firotina nifta Îranê, binpêkirina Lihevkirina Atomî ye

Berdevkê Komîsiyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derveyî ya Meclisa Şêwraya îslamî ya Îranê got: `Gotinên serokomarê Amerîkayê derheq hewldana ji bo kêmkirina asta kirrîna niftê ji Îranê binpêkirina Lihevkirina Atomî ya di navebra Îranê û Koma 5+1`ê ye`.

Serokomarê Amerîkayê, Donald Trump vê dawiyê îdia kir ku warê nift û berhemên niftê li cîhanê têra xwe heye û em dikarin qasa kirrîna niftê û berhemên ji wê ji Îranê bi awayekî berbiçav kêm bikin.

Berdevkê Komîsiyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derveyî ya Meclisa Şêwraya îslamî ya Îranê, Husêyn Neqewî Husêynî roja Yekşemê li hevpeyivîna bi ajansa nûçeyan a Meclisê ra got: ``Îran li gorî Lihevkirna Atomî dikare nifta xwe li bazarên navneteweyî bifiroşe tevahiya welatan û diravê wê jî werbigire``.

Berdevkê Komîsiyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derveyî ya Meclisa Şêwraya îslamî ya Îranê bi bîr xist: `Her karê ku bibe sedema sînordarbûna kirrîn û firotina nifta Îranê an nakokiyek ser riya wergirtina pereyê firotina niftê were çêkirin, teqez li dijî naveroka Lihevkirina Atomî ye û karekî dijminane tê hesêb.``

Vî parlemanterê Îranê got: ``Amerîka wek dijminê Komara Îslamî ya Îranê sozên herî seretayî yên navneteweyî yên welatan derheq hevdu berçav nagire û her carekê helwêsteka yekalî û dijminane li dijî Îranê têxe rojevê`.

Amerîka li gorî Xala 21`ê ya Lihevkirina Atomî erkdar e ku dest ji xebat û hewildanên bi merema kêmkirina asta firotina nifta Îranê bikişîne û cihanîna boykotên li warê `Kirrîn, bidestxistin, Firotin, veguhestin an peydakirina bazara niftê, berhemên Pêtroşîmî û Gaza Sirûştî ji Îranê`` rawestîne.

Ji dema cihanîna Lihevkirina Atomî ya di navbera Îranê û Koma 5+1`ê (Inglîs, Franse, Rûsiye, Çîn, Amerîka û Alman) di meha çileya 2016an da, Amerîkayê hertim li ser riya cihanîna vê lihevkirinê astengî û berbend danîne.