Mijdar 18, 2017 17:17 Asia/Tehran
  • Zerîf dê sibê here Tirkiyê

Wezîrê karên derve yê Komara îslamiya îranê, sibê yekşemiyê wê jibo şêwirîna bi hevtûşên xwe yên tirk û ûris re liser alûgorên herî dawîn ên Sûriyê, seredana Tirkiyê bike.

Li gorî rapora IRNA`yê, Mihemed Cewad Zerîf, wezîrê karên derve yê Îranê, Mewlûd Çawûşoglû, wezîrê karên derve yê Tirkiyê û Sêrgêy Lavrov, wezîrê karên derve yê Rûsyê, biryar e li civîneka yekrojî li Antalyaya Tirkiyê liser pêvajoya civînên Astaneyê gotûbêj bikin.

Têhran jî îro şemiyê mazûnavê gotûbêjên sêalî yên di navbera îran, Rûsye û Tirkiyê de liser pêvajoya gotûbêjên Astanê li asta karzaniyê da ye.

Serokkomarên Îran, Tirkiye û Rûsyê jî çarşemiyê, 22`ê Mijdarê li bajarê Sûçî ya Rûsyê liser alûgorên herî dawîn ên Sûriyê wê bi hev re gotûbêj bikin.

Heya niha heft dewrên gotûbêjên di asta bilind li Astabeya paytexta Qezaqistanê de bi amadebûna taximên dewleta Sûriyê, dijberên çekdar ên ku peymana agirbesa giştalî qebûl kirine û welatên îran, Rûsye û Tirkiye wekî garantîkerên aştiya li Sûriyê hatine lidarxistin.

Encama sereke ya van gotûbêjan pêkanîna navçeyên kêmkêşe li Sûriyê bûye.

Ev gotûbêjane bi însiyatîva Komara îslamiya Îranê û hevkariya Rûsye û Tirkiyê bi armanca dabînkirina aştiyê li Sûriyê hatine lidarxistin.