Mijdar 18, 2017 15:45 Asia/Tehran
  • Derfirotina zêde ji milyardek û 200 milyon kûpên gaza Îranê bo Iraqê

Rêvebirê şîrketa veguhestina gaza Îranê ragihand: Ji Hezîrana sala 2017`ê ve heta niha milyardek û 200 milyon kûpên gazê ji navenda Neftşehrê li rojavaya Îranê ve bo Iraqê hatîye firotin û şandin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Seîd Tewekulî îro herwiha got: Bi kemilîna xeta şeşem a seranserî, asta derfirotina gaza Îranê bo Iraqê ji herîkêm 7 milyon mêtirkûpan ve destpê dibe û yê heta 25 milyon mêtrekûpan di rojê de jorda here.

Rêvebirê şîrketa veguhestina gaza Îranê herwiha got: Piştî ragihandina amadebûna Iraqê, derfirotina gaza Îranê bo Besrê jî destpê dibe ku dikare di rojê de bigihêje 25 milyon mêtrekûpan.

Şîrketa netewî ya gaza Îranê û wezareta ênêrjî û ceryana Iraqê di salên 2013 û 2015`ê de 2 peymanên derfirotina gaza Îranê bo Iraqê wajo kirin.

Iraq di rojê de nêzî 14 milyon mêtrekûp gaza Îranê dikire û duyemîn bikirê mezin ê gaza Îranê ye.