Avakirina tora îmdad û alîkariyê li navçên erdhejlêxistî yên Kirmaşanê
Alîkarê teknîkî û darêştina bernameyan a dayira dermankirinê ya Wezareta tendrustiyê li bara avakirina tora alîkariyê li navçên erdhejlêxistî yên parêzgeha Kirmaşanê agahî da.
Elî Mahir dema seredana nunerê rêberê giranqedr ê Inqilabê ji birîndarên erdheja Kirmaşanê li nexweşxaneya Fîrûzgera Têhranê li hevpeyvîna tev nûçegîhanê IRIB News`ê got: ``Dayira alîkariyê, xizmetên alîkariyê li navçeyên erdhejlêxistî yên Kirmaşanê çalak kiriye``.
Wî her wiha got: ``7 îmdadkar ji wezareta tendrustiyê û zanîngehên zanistên pizîşkiyê yên Têhranê û hejmareka zêde mededkarên xwebexş ji navçeyên curbicur ên welêt ev tora mededkariyê ava kirine da ku xêncî xweyîkirina birîndarên razandî li nexweşxaneyan û hilkolandina rewşa malbatên wan, endamên malbatên wan jî pêbihesînin``.
Mahir, hêsankariya vegeriyana birîndaran bo bajarên wan, raberkirina alîkariyên aborî, wergirtian bilîtê jibo vegeriyana bo navçeyên erdhejlêxistî, avakirina cihê mayînê jibo malbatên birîndaran û her wiha şopandina avedankirina navçeyên erdhejlêxistî ji xizmet û xebatên vê tora mededkarî û alîkariyê dan zanîn.