Îlon 22, 2017 18:18 Asia/Tehran
  • Zerîf: Rêçareya krîza Sûriyê bi tenê siyasî ye

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf tenê riya çareseriyê krîzê li Sûriyê siyasî û gotûbêjên dîplomatîk li gor biryarnama 2254 a Konseya Ewlekariya NY da zanîn û got: Ji bo ku ev hedefa bigihêje serî divê gişk bi viyaneke qahêm vê rastiyê bawer bikin.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf duh li rûniştinekê li derveyî civîna civata giştî ya NY li Newyorkê de ku ji bo hilkolandina krîz û rewşa Sûriyê bi rê ketibû got:  Komara Îslamî ya Îranê her ji despêbûna vê krîzê bawer bû ku tenê riya çareseriya wê siyasî ye.

Zerîf dest danî ser pêşketinên pêkhatî li mideha yeksaliya vê dawiyê ji bo girtina pêşiya şer û pevçûnên zêdetir li Sûriyê û herwiha bal kişand ser lihevkirina dawiyê ya astanê ku bûye sedema damezrîna çavdêrên navneteweyî li vî welatî de û hêvîdariya xwe diyar kir ku ev pêşketinan bibin sedema ewlehî û aştiyê li Sûriyê û xwest ku civaka cîhanî û gişt welatên cîhanê ji bo vê hedefa girîng çi ji destê wan tê bikin.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê li dewamê de desnîşan kir ku Îran bi îsrar dixwaze agirbes li Sûriyê were îlankirin da ku gişk bi hev re li dij terorîsmê şer bikin û got: Em bawer in ku niha jî li vê çarçovê de pêşketinên berbiçav pêk hatine.