Emîr Pûrdestan: Em ê sînorên Îranê bikin goristana destdirêjkaran
Cîgirê fermandê giştî yê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê, destnîşan kir: Ger dijmin bixwezin hereketekê li dijî Komara Îslamî ya Îranê cih bînin, emê sînoran bikin goristana wan.
Emîr sertîp Ehmedriza Pûrdestan, roja îniyê piştî mersima sanê ya hêzên çekdar ên Îranê li Bender Ebasê, kendava Farsê û tengava Hurmuzê tekez kir: Ger dijmin detsdirêjiyê ser sînorên Îranê bikin dê bi berteka tund û poşmankir a hêzên çekdar ên Îranê rûbirû bibin.
Cîgirê fermandê giştî yê artêşa Komara Îslamî ya Îranê got: Artêş, sipahê pasdarên Inqilaba Îslamî û hêza ewlehiyê ya Komara Îslamî ya Îranê planên eskerî yên li gor gefan amade dikin û meşq û manorwan li dar dixe.
Îro 22 Îlonê hevgavê salroja destpêbûna şerê sepandî ya rejîma Besa Iraqê tev Komara Îslamî ya Îranê û destpêbûna hefteya berevaniya pîroz e.
Hevgavê yekim roja hefteya berevaniya pîroz, mersima birêzveçûna leşkerî ya hêzên çekdar ên Îranê li herema paqij a hezretê Îmam Xumeynî(RE), xîmdarê Komara Îslamî ya Îranê li Têhranê û her wiha seranserê Îranê hat lidarxistin.
Li başûrê Îranê, balefirên cengê yên hêza hewayî ya artêşê û hêza hewa-feza ya sipahê pasdarên Inqilaba Îslamî ya Îranê ser esmanê kendava Farsê firîn.
Gemî û noqavên hêza deryayî ya artêşê û sipahê pasdarên Inqilaba Îslamî ya Îranê jî li kendava Farsê û tengava Hurmizê îqtidara hêzên çekdar nimandin.