Îlon 22, 2017 15:58 Asia/Tehran
  •  Pêşnimêjê îniyê yê Têhranê: Trump, nezan, virek û şerxwaz e

Pêşnimêjê îniyê yê Têhranê, axiftina serokkomarê Emerîkayê li civata giştî ya NY kirêt û pûç da zanîn û got: Doanld Trump, nezan, virek û şerxwaz e.

 Trump li axiftina xwe ya roja sêşemiyê li civata giştî ya NY, Komara Îslamî ya Îranê ku yek ji cemserên  sereke yên  rawestana li ber terorîstan li navçê ye bi piştgiriya ji terorîzmê tawanbar kir.

 Li gorî rapora nûçegihanê IRIB Newsê, Hucetulîslam welmuslimîn Kazim Sedîqî, li xutbeyên  vê hefteyê yên nimêja îniyê ya Tehranê got: Gotinên nedîplomatîk ên Trump, nîşana hêrsbûn û  lawaziya  Emerîkayê.

Pêşnimêjê îniyê yê Têhranê bal kişand ser işkesta planên Emerîkayê li navçê û got: Komara Îslamî ya Îranê, hêzên berxwedanê û Rûsiyê li mehên  derbasbûyî derbeyên giran li terorîstan ku ji aliyê Emerîka û hevpeymanên  wê li navçê piştgirî dibin, xistine.

 Hucetulîslam welmuslimîn  Kazim Sedîqî, DAIŞê, El-Qaide û komên din ên terorîstî weke ewladên  Emerîka û Erebistanê dan zanîn û tekez kir: Emerîka û Erebistan, bi milyonnan dular ji diravê xelkê xwe xerca damezrandin û pergalkirina  komên terorîstî dikin.

 Pêşnimêjê îniyê yê Têhranê her wiha Inqilaba Îslamî ya Îranê, inqilaba   xizan û bindestên  cîhanê da zanîn û got: Komara Îslamî ya Îranê tim ji Iraq û Sûriyê li şerê li hember terorîstan piştgiriyê bike.

 Hucetulîslam welmuslimîn  Kazim Sedîqî li xutba yekim a nimêja  îniyê ya Têhranê jî  bi munasibeta hatin meha  Muheremê serxweşî da xelkê û destnîşan kir: Îmam Huseyn(s) jibo rawestana  li ber sîstima  dîktatoriyê û îstikbara  serdemê serhildan kir.