Dem û gavên nû yên weşanên Radiyo û Televîziyona kurdî ya Komara Îslamî ya Îranê
Ji ber guhertina saeta fermî li Îranê de hevgavê despêbûna demsala Payîzê, hin guhertin li dem û gavên weşanên Radiyo û Televîziyona kurdî ya Komara Îslamî ya Îranê pêk hatin ku ji temaşevan û guhdarên hêja re tê ragihandin.
Ji îro 22 Îlonê dema belavbûna nûçeyan a Radiyo kurdiya soranî ya Komara Îslamî ya Îranê li danê sibehê ji saet 8 heya 9 ser wextê Tehranê ye û danê êvarê jî weşana nûçeyan a radiyo kurdî ya soranî û ya kurmancî ji saet 17 heya 20 ser wextê Tehranê ye.
Hêjaye were gotinê ku dem û gava weşana nûçeyan a Televîziyona kurdî li herdu zaraweyên kurdî yên soranî û kurmancî her wek berê ye yanî soranî saet 19:30 ser wextê Tehranê nûçeyên xwe diweşîne û kurmancî jî saet 21 ser wextê nûçeyên xwe diweşîne herwiha nubeta dudiyan ya weşana nûçeyên soranî saet 22: 30 ser wextê Tehranê ye.
Her sal li 22 Îlonê saeta Tehranê saetekê tê paşdakişandin.