Zerîf: "Koma 5+1ê ser pêwîstiya cihanîna rêketinnama navokî yekhelwêst e"
Wezîrê karên dreve yê Komara Îslamî ya Îranê li şiroveya civîna wezîran a komîsyona hevpar a rêketinnama navokî got: "Li vê civînê em ser parastina tam a rêketinnama navokî sekinîn û her wiha hat teqez kirin ku rêketinnama navokî nayê muzakirekirin".
Civîna komsîyona hevpar a rêketinnama navokî li asta wezîrên karên derve berêvara çarşemiyê li gor dema herêmê li avahiya Rêxistian NY li Niyoyorklê hat lidarxistin.
Li gorî rapora IRNA`yê, Muhemed Cewad Zerîf, wezîrê karên dreve yê Komara Îslamî ya Îranê çarşemiyê şevê piştî vê civînê got: "Endamên koma 5+1ê xêncî Emerîkayê ser parastina tam a rêketinnama navokî tekez kirin û gotin ku rêketinnama navokî nayê muzakirekirin û hemî alî bila ser destkewtên civaka navneteweyî bisekinin".
Zerîf destnîşan kir: "Îranê li vê civînê li bara mijarên binpêkirinê ku ji aliyê Emerîkayê ji destpêka cihanîan rêketinnama navokî û bi taybet li dewra dewleta nû ya Emerîkayê di rojevê de bûne û hin mijarên wê weke babetên binpêkirina xalên 28, 26 û 29 ê ya rêketinnama navokî ye gotûbêj kir".
Wî destnîşan kir: "Nihêrîna civaka navneteweyî li rêketinnama navokî wek hevhatineke çendalî û ne hevhatineke dualî bûye û her wiha welatan ser biryrnama konseya ewlehiyê ya Rêxistian NY tekez dikin".
Wezîrê karên dreve yê Îranê her wiha got: "Emerîkayê pêspartiyên xwe li bara rêketinnama anvokî cih nenaiye û axiftinên pûç û sivik ên serokkomarê Emerîkayê li civata giştî ya Rêxistina NY nîşana dûrbûna Emerîkayê ji rastiyên civaka navneteweyî ye".
Wezîrê karên derve yê Îranê her wiha got: "Civînên komîsyoan hevpar a rêketinnama navokî li asta alîkaran tên lidarxistin lê li civîna nefermî, endamên 5+1ê ser pêwîstiya cihanîan rêketinnama anvokî li hev kirin".