Îlon 20, 2017 11:31 Asia/Tehran
  • Ruhanî: derketina hêtimaliye Amerîka ji rêketina navokî dibe sebeb ku Îran jî riya xwe bibjêre

Serokê Komara Islamî ya Îranê got: Dewlet, karzan û gelên cîhanê nikarin pêşeroja siyaseta Amerîka pêşbîniyê bikin û eva pirtir ser zirara Amerîkayê bi xwe ye ji ber ku peywendiyeke bi xîm û binyat li cîhanê li gor baweriya bi pêşerojê çê dibe.

Hesen Rûhanî serokê Komara Îslamî ya Îranê li gotûbêja xwe ya tev televîzyona NBC`ya Amerîkayê gotin û reftarên serokkomarê niha yê Amerîkayê hemû mijarên erênî jinav dibe û destnîşan kir; Rêketina navokî ya Îranê tev grûpa 5+1 rêketineke navnetewî ye û ser qazanca hemûyane û eger Amerîka ji nav vê rêketinê derkeve êdî welatên cîhanê bawerî bi Amerîka nayînin û ji ber vê yekê Amerîka dê bihayekî zav bide.

Rûhanî bi gotina vîya ku rêketina navokî hevkariyên cîhanî zêdetir dike got: Eger Amerîka ji nav rêketina navokî derkeve, rewşekî nû li nav danûistandinên cîhanî dê çê bibe û wê çaxê Îran jî dê pilanên nû bêxe destê xwe ta ku gor van pilanên nû rêyekê ji bo xwe bibjêre.

Wî li dewama gotinên xwe Îran qurbaniyekî êrişên terorîstî li navçê daye zanîn û destnîşan kir: Mûşek qudreta berevaniya Îranê ye û tu peywendiyeke vê teknolojiyê bi rêketina navokî re tune û em li bara qudreta berevaniya xwe gotûbêjê nakin.

Serokê Komara Islamî ya Îranê bal kişande ser viya ku Têhran hertim dijberê çêkirina çek û sîlahên navokî ye û rêberê Îranê bi xwe çêkirina sîlahên navokî qedexe kiriye û destnîşan kir: Sîlahên navokî ser qazanca ewlehiya cîhanê nîne û bona jinavbirina çek û sîlahên navokî pêwîst e hemû ew welatên ku wan sîlahên navokî hene, pêbendî NPT`yê bin.

Ruhanî destnîşan kir: Îran endamê NPT`yê ye û pêbendî qayde û qirarên NPT`yê ye û hemû xebatên xwe yên aşitîxwazaneye navokî di bin çavdêriya Ajansa Navnetewî ya Enirjiya atomê didomîne û Têhran pêşwaziya hatina çavdêrên ajansê dike û hevkariyekî baş bi van çavdêran ra heye.