Welatiyên iraqî dikarin bê vîze derbasî navçeya azad a Erwend a Îranê bibin
Cîgirê serokê Saziya Navçeya Azad a Erwendê li başûra rojavaya Îranê got: Welatiyên iraqî dikarin bêyî vîze li bajarên Abadan û Xuremşehrê û li derdora vê navçeyê hatiçûnê bikin.
Ebdulah Keibî, cîgirê serokê Saziya Navçeya Azad a Erwend a Îranê, roja sêşemiyê li gotûbêja bi IRNA`yê re got: Li gorî gotûbêj û muzakireya bi aliyê iraqî re, welatiyên iraqî piştî Erbeîna Hisênî (9`ê Mijdara 2017`an) dikarin bi trombîla xwe, derbasî Navçeya Azad a Erwendê bibin û rojekê li vê herêmê bimînin.
Keibî herwiha got: Li gorî binavahiyên bazirganî, dermanî û geştyariyê li Navçeya Azad a Erwendê, hatina welatiyên iraqî dikare roleka girîng li geşkirina geştyarî û kar û xebata li bajarên Abadan û Xuremşehrê hebe.
Cîgirê serokê Saziya Navçeya Azad a Erwend a Îranê, herwiha bal kişand ser damezirandina nivîsgeha Polîsê Koçberiyê li vê navçeyê û destnîşan kir: Bi damezirandina vê nivîsgehê, hêzên derbasnamê û polîsên koçberiyê, di dema herî kurt de, xizmetan raberî geştyar û bazirganên li Navçeya Azad a Erwendê dikin.
Navçeya Azad a Erwend a Îranê bi 37 hezar û 400 hiktaran li bakûra rojavaya Kendava Farsê ye ku bajarên Abadan, Xuremşehr û Mînûşehrê (Girava Mînû) digire ber xwe ku ketiye ser cihê bihevgihîştina du çemên Erwendrûd û Karûn.
Navçeya Azad a Erwendê, bi welatên Iraq û Kuweytê re cînar e ku jiber hebûna zirûfên wek tranzîtê yan veguhestina cadeyî, rêya hesin, deryayî û hewayî, pirr girîng e.