Tebax 23, 2017 10:53 Asia/Tehran
  • Zerîf: Îran ji guhertina sîyasetên navçeyî yên Erebistanê pêşwazîyê dike

Wezîrê karên derve yê Îranê got: Heke Erebistan venihêrînê li sîyasetên xwe yên navçeyî bike, helwesta Îranê li hemberî wê yekê yê erênî be.

Mihemedcewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê li hevpeyvîna digel ajansa nûçan a ISNA`yê, bi gotina vîya ku Îranê hertim xwestîye peywendîyên baş bi cînaran re hebe, dîyar kir: Sîyaseta Îranê ya têkilîya digel welatên navçê û Erebistanê di vê çaçrovê de bûye û neguherîye.

Zerîf herwiha got: Îran ser vê bawerê ye ku sîyasetên navçeyî yên Erebistanê xirabkir in û heta zîyanê digihînin vî welatî.

Zerîf li bara daxwaza Erebistanê ji Iraqê jibo navbeynkarîyê di navbera Îran û Erebistanê de bike jî got: Erebistan divê venihêrînê li hin sîyasetên xwe bike û ev yeka yê di çarçova berjewendîyên netewî yên Rîyazê de be.

Wezîrê karên derve yê Îranê tekez kir ku Îran hertim jibo gotûbêja digel Erebistanê amade ye û got: Îran hertim bi dû çareserkirina sîyasî ya qeyranên herêmê bûye lê, mixabin Erebistanê ev yeka nekirîye û li birêxistina kêşe û gêreyan li navçê bi dû berjewendîyên xwe digere.

Wezîrê karên derve yê Îranê tekez kir: Îran li ser pêkanîna navçeyeke ewleh, bihêz û hevdeng disekine û pêkhatina vê yekê jî di çaçrova berjewendîyên xwe yên netewî û navçê de dibîne.