Nobext: Em ji mafên navnetewî yên Îranê derbas nabin
Berdekê dewleta Komara Islamî ya Îranê bal kişand ser vîya ku her cure binpêkirina rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê çi bi şiklê pejirandina boykotên nû û çi boykotên ku li rêketinamê dubarekirin û sepandina wan hatîye ibtalkirinê, bê guman binpêkirina rêketinama navokî ye, dîyar kir: Em ji ti mafekî navnetewî yê Îranê derbas nabin.
Li gorî rapora nûçegihanê IRIB NEWS`ê, Mihemedbaqir Nobext îro li civîna rojnamevanîyê li Têhranê herwiha got: Heke koma ku bi awayekî hiqûqî babetên binpêkirina êrektinamê hildikole, belgeyan raber bike, bê şik dewleta Îranê yê bi awayekî vebirr helwestê nîşan bide û bersivê bide.
Berdevkê dewleta Komara Islamnî ya Îranê herwiha got: Destwerdana li hikmên dezgeha dadwerîya Îranê, destwerdaneke narewa ye û yê bersivê bide.
Wî bal kişand ser vîya ku eva cara yekem nîne em mezinxeberdan û gotinên nemaqûl ji Amerîkayê dibihîzin û got: Îran guh nade gotinên wiha.