Tîrmeh 24, 2017 08:34 Asia/Tehran
  • Larîcanî: `Dewleta Iraqê divê yekparçetiya axa xwe biparêze`

Serokê Meclisa Şêwraya Îslamî ya Îranê got: ``Dewleta Iraqê divê yekparçetiya axa xwe biparêze da ku li pêşerojê Iraqeke bihêztir, ewleh û dêmokratîk li navçeyê bê dîtin``.

Serokê Meclisa Şêwraya Îslamî ya Îranê, Elî Larîcanî berêvariya Yekşemiyê li hevdîtina digel serleşker ``Irfan El Heyalî`` wezîrê berevaniyê yê Iraqê li Têhranê, bal kişande ser pêwîstiya parastina yekparçetiyê di navbera gel û dewleta Iraqê û destnîşan kir: ``Hevdilî û hevdengiya gel û hêzên çekdar ên Iraqê derfeteke baş ji bo Iraqê pêk tîne; Ji ber ku hin welat li dû pêkanîna duberetiyê li nav Iraqê ne û mijara parçekirina Iraqê hilêdixin``.

Serokê Meclisa Şêwraya Îslamî ya Îranê bal kişande ser komployên nû yên Rêjîma Israîlê li navçeyê û got: ``Komara Îslamî ya Îranê wekî dema têkoşîna li hemberî têrorîstan wê li kêleka gel û dewleta Iraqê be û dê pişta yekîtioya kom û qewmên iraqî bigire``.

Serleşker `Irfan El Heyalî, wezîrê berevaniyê yê Iraqê` jî li vê hevdîtinê got: ``Gel û dewleta Iraqê wê nema piştgiriya kesên ku li şerê dijî têrorîstan Iraq tenê nehiştin, ji bîr bikin``.

Wî destnîşan kir: ``Gelê Iraqê wê rê nede tu aliyekî siyasî ku welatê wan parçe bike; Ji ber ku serketina li hemberî têrorîstan encama xwîna wan kesan e ku ji bo parastina yekparçetiya Iraqê hatine kuştin``.