Destpêbûna nîşangeha quranî li Têhranê
May 29, 2017 13:25 Asia/Tehran
Nîşangeha 25-an a navnetewiya qurana pîroz êvara îro duşemê li Nimêjgeha Îmam Xumêyînî (RH) ya Têhranê vedibe.
Li gorî rapora IRIB News`ê, Nîşangeha 25-an a navnetewiya qurana pîroz êvara îro duşemê li Nimêjgeha Îmam Xumêyînî (RH) ya Têhranê vedibe û 50 sazî û rêxistinên curbicur dê pişkdariya vê nîşangehê bikin.
Li vê nîşangehê dê 20 eserên Enîmêyîşin û fîlmekî belgewar bên nîşandan.
Hatiye ragihandin ku zêde ji 297 weşanxane dê pişkdariya nîşangeha quranî ya Têhranê bikin ku 281 weşanxane ji wan îranî û 16 veşanxane jî ji welatên Tirkiye, Iraq, Libnan û Sûriyê pişkdar in.
Ev nîşangeha hetanî 16`ê Hezîranê berdewam e.