May 27, 2017 18:10 Asia/Tehran
  • Şemxanî: Têrorîst wesîleyeke jibo cihanîna sîyasetên Amerîkayê li navçê ne

Sêkrêtêrê Civata Bilind a Ewlehîya Netewî ya Îranê, tawanbarkirinên ku serokomarê Amerîkayê li dijî Îranê hilêxistin, neberaqil û pêkenî wesif kirin û got: Têrorîst li Sûrîye û Iraqê wesîleyek jibo cihanîna sîyaseta Amerîkayê li herêmê ne.

Donald Trump serokomarê Amerîkayê hefteya buhurî dema seredana erdên dagirbûyî yên Filistînê di çarçova idiayeke pûç da, Îran li warê berfirekirina çekên navokî û piştgirîya ji têrorîsmê tawanbar kir û got: Waşîngton sozdar e ku pêşîya Îran di warê van karan da bigire.

Elî Şemxanî sêkrêtêrê Civata Bilind a Ewlehîya Netewî ya Îranê li hevpeyvîna ligel Rojnama Kamersant a Ûrsêtê li bara dew û dozên Donald Trump srokomarê Amerîkayê got: Îran nêzî 40 salî ye ku li hemberî têrorîsmê şêrr idke û di vê rêyê da çend hezar şehîd dane lê amerîkî piştî bûyera 11`ê Îloma sala 201`ê teze pê hesîyan ku têrorîsm çî ye.

Şemxanî herwiha got: Trump li yekem serdana xwe ya derveyî welêt çûye Erebistana ku tam karistana berhemanîna têrorîstan tê hesêb û eva nîşan dide ku babetên ku serokomarê Amerîkayê li dijî Îranê hilêdixe pûç û bêbingeh in û bê şik civaka navnetewî jî wan tawanbarkirinan cidî nizane.

Sêkrêtêrê Civata Bilind a Ewlehîya Netewî ya Îranê bi hilêxistina vê pirsê ku kî êrişa 11`ê Îlona 2001`ê organîze kir? got: Kesên ku Îranê li warê piştgirîya ji têrorîsmê tawanbar dikin bila bizanin ku Erebistan bi berfirekirina hizrên wehabî bi dû şîdet û bêewlehkirina cîhanê ye.

Şemxanî li bara rola Îranê li cihanîna rêketinama têkildarî kêmkirina gêreyê li Sûrîyê got: Îran li têkoşîna dijî têrorîsmê û pêkanîna aştî û istiqrarê li Sûrîyê zef cidî ye.