May 27, 2017 18:06 Asia/Tehran
  • Ruhanî: Têhran bibiryar e hevkariyên sêalî yên Îran, Rûsye û Sûriyê berdewam bike

Serokê Komara îslamiya Îranê, bal kişand ser hevkariyên di navbera Têhran û Moskovayê yên di warê xurtkirina aştî û aramî û şerrê dijî terorîsmê bi taybet li Sûriyê û li ser dewama van hevakriyan pêgîrî kir.

Li gorî rapoa malpera ragihandinê ya serokkomariyê, Hesen Ruhanî, serokê Komara Îslamiya îranê, roja şemiyê bi qedirzaniya ji peywendiya bir rêya telefonê ya Vlademîr Pûtînê serokkomarê Rûsyê kir û got: Têhran, pişta hevkariyên sêalî yên di navbera Îran, Tirkiye û Rûsyê de jibo parastina agirbesa li Sûriyê ya bi rêveberiya Rêxistina Neteweyên yekgirtî (NY) digire.

Ruhanî bal kişand ser vê yekê ku hin çalakiyên welatan ji wan dewleta nû ya Amerîka û Erebistanê, dibin sedema aloztirbûna rewşa li navçê, herwiha got: Divê hemî welatan bona şerrê rastîn ê dijî terorîsmê û pêkanîna aramiya li navçê, bi hev re hevkariyê bikin.

Serokê Komara îslamiya Îranê herwiha bal kişand ser pêvajoya ber bi pêş a peywendiyên aboriyê yên di navbera Têhran û Moskovayê di van salên dawiyê de û destnîşan kir: Têhran pişta berfirehkirin û geşkirina hevkariyên bi Moskovayê re li projeyên girîng ên binavahî û pêşeyî û xurtkirina peywendiyên di warê enerjî û bankî digire.

Ruhanî li ser vê yekê ku Têhranê wê heya wê demê sozên xwe yên bona cihanîna Lihevkirina Navokî cih bîne ku aliyên hember jî sozên xwe cih bînin, pêgîrî kir û destnîşan kir: Îran amade ye hevhatinên xwe yên navokî bi Rûsyê re cih bîne.

Vlademîr Pûtîn, jî di vê peywendiya bi rêya têlêfonê de, serketina dubare ya Rûhanî li hilbijartinên serokkomariya Îranê pîroz kir û nîgeraniya xwe ya jiber kiryarên cinayetkarane yên hin welatan li Sûriyê diyar kir û got: Hebûna Îran û Rûsyê li Sûriyê li ser vexwendina dewleta qanûnî ya vî welatî û di çarçoveya qanûnên mafên navneteweyî e û ev hewldan û hevkariyana wê jibo xurtkirina aştî û aramiya li navçe û Sûriyê berdewam in.

Serokkomarê Rûsyê herwiha li ser sozdariya li ser Lihevkirina Navokî û hevkariyên di navbera Têhran û Moskovayê de li warê enerjiya navokî pêgîrî kir û herwiha got: Hevkariyên di navbera Têhran û Moskovayê de li vî warî, wê li gorî mafên navneteweyî û pêbaweriya jorîn a du welatan li hevdu, berfireh bibin.