May 27, 2017 15:16 Asia/Tehran
  • Larîcanî: Meclisa Îranê li xebata dijî terorîstan amadeyî her cure alîkariyekê ye

Elî Larîcanî serokê meclisa şêwra îslamî ya Îranê li peyamekê hilketina meha bimbarek a rojiyê li hemû hevtayên xwe yên welatên îslamî pîroz kir .

Li Îranê jî wekî gelek ji welatên îslamî îro şemiyê wekî destpêka meha bombarek a rojiyê ye.

Li gor rapora IRIB News`ê, Elî Larîcanî serokê meclisa şêwra îslamî ya Îranê li peyameke xwe bilî pîrozkirina hatina meha rojiyê li hemû hevtayên xwe yên welatên îslamî destnîşan kir; Pêwîst e welatên îslamî bona derbasbûna ji vê qonaxa dijwar ku li cîhana îslamê çê bûye destê alîkariyê bidin hevdu ta ku terorîzm û reftarên fanatîk ji nav cîhana îslamê ji nav herin.

Larîcanî ragihand ku li vê barê meclisa şêwra îslamî ya Îranê amadeyî her cure alîkarî dayînek û gotûbêjekî baş bona sekinîna li hemberî terorîzmê ye.