Îro şemiyê li Îranê wekî destpêke meha rojiyê hate destnîşan kirin
May 27, 2017 10:42 Asia/Tehran
Navenda dîtina mehê ya nivîsgeha Rêberê mezine inqilaba îslamî şeva îniyê ragihand ku meha nû hatiye dîtin û bi vê qirarê li Îranê îro şemiyê meha rojiyê ye.
Li gor rapora IRIB News`ê, Navenda dîtina mehê ya nivîsgeha Rêberê mezine inqilaba îslamî şeva îniyê ragihand ku meha nû hatiye dîtin û bi vê qirarê li Îranê îro şemiyê destpêka meha rojiyê ye.
Helbet li gelek ji welatên cîhanê jî îro şemiyê 27 Gulanê roja destpêka meha rojiyê ye.
Radyo-Telivîzyona Komara îslamî ya Îranê jî gihêştina meha mêvandariya xwedê teala, meha tijî xêr û berekete rojiyê pîrozbahiyê dibêje misilmanan.