Serdar Dihqan: Emerîka nikare bi piştgiriya ji terorîstan bighêje armancên xwe yên serdesxwaziyê
Wezîrê berevaniyê yê Komara Îslamî ya Îranê tekez kir: Îran li hember her cure gefa Emerîkayê û welatên merûbê nizama serdesxwaz, dê bi awayekî cidî raweste.
Serdar sertîp Pasdar Huseyn Dihqan wezîrê berevaniyê yê Îranê roja çarşemê li axiftina xwe li mersima destpêka şeşim civîna ewlehiya navneteweyî li Moskowayê got : Mafê kivşkirina çarenivîsa gelan, parastina hurmeta hakimiyeta neteweyî û mudaxilenekirina li karûbarên welatên din, bi kiryarên neqanûnî yên welatên rojavayê bi taybet Emerîkayê ketiye xeterê.
Sertîp Pasdar Huseyn Dihqan destnîşan kir: Gefên ewlehiya cîhanî bi neberpirsiyariya li axiftin, reftar û biryarên serokkomarê nû yê Emerîkayê û her wiha dewama piştgiriya Waşengtonê, Rejîma Îsraîlê , Brîtanya û Erebistanê ji grûpên terorîstî tekfîrî, berfireh bûye.
Wezîrê berevaniyê yê Îranê bal kişand ser cihanîna pîvanên dualî û bêdengiya saziyên hiqûqî yên anvneteweyî li hember kuştina xelkê bêguneh li cîhanê û got : Cîhan hevcedarê viyana cidî jibo rawestana li ber terorîstan û jinavbirina hegerên peydabûn û geşatiya liv û etvegrên terorîstî ye .
Serdar Dihqan bal kişand ser vê yekê ku Têhran dijberê her cure berhemanîn, zimhêrkirin û xebitandina çekên tevkujiyê ye û tekez kir: Bi viyana cîhanî jibo jiçekirina navokî ya Rejîma Siyonîstî li Rojhilaat Navînê, dê ewlehiay navçê misoger bibe.
Wezîrê berevaniyê yê Îranê her wiha bal kişand ser dewama hevkariyên Îranê tev Rûsiyê li rawestana li ber terorîzmê û got : Bi işkesta Rûsiyê, Îran û dewleta qanûnî û rewa ya Sûriyê ser terorîstan, dê navçe û cîhan bi ewlehtir û aramtir bibe.
Civîna navneteweyî ay ewlehiya Moskowayê ji îro, çarşemiyê ve destpê bû.
Hilkolandina liv û tevegrên tekfîrî û terorîzmê li Sûriyê û Yemenê û berfirehkirina wê li navçê û aluguên nû yên Rojhilata Navîn û cîhanê ji wan mijarên civîna navneteweyî ya Moskowayê ye .