Jordeçûn asta pîvana ticaretê ya Îranê li sala 2017`an
Banka cîhanî ragihand: Pîvana ticareta derveyî ya Komara Îslamî ya Îranê li sala 2017an baştir bûye.
Li gorî rapora roja sêşemê ya IRNA`yê, banka cîhanî li raporekê bal kişand ser baştirbûna pîvana ticareta Îranê û tekez kir: Îranê pêvajoya derfirotin û derkirîna xwe bi baştirkirin û berfirehkirina xizmetên raberbûyî û ji riya derîçeyê yekgirtî hêsantir kiriye.
Banka cîhanî her wiha di dewama vê raporê li bara pîvana kiryara lojestîk ragihand: Pileya Îranê li vê pîvana navneteweyî, 23 pileyan jorde çûye û eva cara yekem ku pêvajoya ber bi paş a pileya Îranê li pilebendiya lojesîk hatiye rawestandin .
Li vê raporê hatiye: Ji ber ku Îran li pîvanên kêrhatîbûna pêvajoyên proseya derxistina kelûmelan ji embarên gomrukan yên mîna lezgînî, sadetî ber bi pêş bûye, eva nîaşn dide ku cihanîna pencereya yekgirtî ya ticarî serketî bûye.
Rapora pîvana ticareta derveyî ya banka cîhanî li çarçoveya baştirkirina rewşa kar û ticaretê salê carê û rapora pîvana pratîkî ya lojestîk jî du salan carkî tên weşandin.