Nîsan 23, 2017 20:31 Asia/Tehran
  • Wajokirina liyêkgiheştinama hevkarîyê di navbera zanîngehên parêzgeha Kurdistana Îranê û Herêma Kurdistana Iraqê da

Desteya serokatîyê ya Zanîngeha Kurdistanê û desteya Zanîngeha Koyê ya Herêma Kurdistana Iraqê di civînekê da liyêkgiheştinama hevkarîya di warên lêkolîn, perwerde û zanistê da wajo kirin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Kurdpress`ê, Evdile Hesenzade rêvebirê peywendîyên navnetewî yê Zanîngeha Kurdistanê li bajarê Sinê di vê civînê da got: Zanîngeha Kurdistanê niha berpirsa komxebata netewî ya hevdengkirin û şopandina hevkarîyên navnetewî ligel Herêma Kurdistana Iraqê ye.

Hesenzade herwiha got: Rêvebirîya peywendîyên navnetewî ya Zanîngeha Kurdistanê bi daxûyanîyên Wezareta Zanist, Lêkolîn û Têknolojîyê û di çarçova berfirekirina têkilî û danûstandinên zanistî û çandî ligel zannîgehên girîng û sereke yên dinyayê da jibo bihêzkirina vê babetê hewl dide.

Wî bal kişand ser vê yekê ku amadekirina pêşnivîsa peymanname û lihevkirinan beşek ji erkên rêvebirîya peywendîyên navnetewî ye, got: Amadekirin û raberkirina plan û projên navnetewî yên zanîngehê û rakirina pêngavên pêwîst jibo cihanîna wan û hevdengîya jibo seredanên desteyên zanistê ji erkên din ên me ne.

Wî herwiha got: Niha 42 xwendekarên neîranî li Zanîngeha Kurdistanê dixwînin û ji imkanên vê zanîngehê sûdê werdigirin.

Hesenzade herwiha got: Heta niha wajokirina liyêkgiheştinameyê ligel 7 zanîngehên Iraqê, 5 zanîngehên Îranê û 2 zanîngehên Japonê di destûrkarê da bûye û cihanîna xebatên lêkolînê, veguhestina belgeyên perwerdehîyê, lidarxistina dewreyên hevpar û veguhertina xwendekaran ji mêhwerên van liyêkgiheştinaman bûne.

Hesenzade li bara liyêkgihetinama di navbera Zannîgeha Kurdistanê û Zanîngeha Koyê da got: Her du alîyan li ser hevkarîya di warên lêkolîn, perwerde, lidarxistina konfiransên zanistî yên hevpar û veghortina xwendekaran lihev kirin.

Evdile Hesenzade rêvebirê peywendîyên navnetewî yê Zanîngeha Kurdistanê ji mamoste û lêkolerên zanîngeha Koyê xwest ku planên xwe ser bingeha berfirekirina peywendîyên di navbera her du zanîngehan da darêjin.