Adar 22, 2017 16:03 Asia/Tehran
  • Pêkutîya Rûhanî li ser pêwîstîya hewldana jibo serêxwegirtina durişma Aborîya Ser Bingeha Berxwedanê

Serokê Komara Islamî ya Îranê li seredana xwe ya parêzgeha Xorasana Başûr li ser pêwîstîya hewldana hemî sazî û dezgehên dewletê jibo serêxwegirtina durişma Aborîya Ser Bingeha Berxwedanê sekinî.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Hesen Rûhanî îro piştî ku li balafirgeha Bîrcendê navenda parêzgeha Xorasana Başûr daket, bal kişand ser sala nû ku ji alîyê rêberê qedirgiran ê inqilabê va wekî sala `` aborîya ser bingeha berxwedanê, berhemanîn û karkirinê`` hatîye binavkirinê û got: Divê hemî jibo serêxwegirtina vê durişmê hewl bidin.

Rûhanî li bara aramnca seredana xwe ya parêzgeha Xorasana başûr got ku ew ê li vê serdanê çend projên avedankirinê û berhemanînê veke, projên ku li serdana wî ya berê ya vê parêzgehê hatibûn pejirandinê.

Li gorî vê raporê, li vê serdanê yê sûdwergirtina ji 16 projên avedankirin û berhemanînê destpê bibe.