Nediyarbûna çarenivîsa nêzîkî 20 pisporên vemirandina êgir li encama hilweşyana avahiya Plaskoyê
Celal Melikî berdekê Rêxistina vemirandina êgir û xizmetên hêminatiyê ragihand: Çarenivîsa nêzîkî 20 kes ji pisporên vemirandina êgir ku jibo rizagarkirina canê xelkê çûbûn nav avahiya Plaskoyê, nediyar e.
Di eynî demê de Muhemed Baqir Qalîbaf şaredarê Têhranê jî pênşemiyê şevê nav koma nûçegihanan tekez kir: Hemî hewldana pisporên vemirandina êgir li buyeya hilweşyana avahiya Plaskoya Têhranê valakirina avahiyê bû û hitmala viya ku xêncî pisporên vemirandina êgir kesek di bin awarê de mabe, pir kêm e.
Qalîbaf gor: Derxistina kesên ku di bin awarê de amne karekî pir dijwar e lê ev kara dê bê rawestan bidome.
Di eynî demê de serdar sertîp Huseyn Sacidîniya fermandê hêza ewlehiyê ya Têhranê jî got: Polîs di kêleka hêzên alîkariyê de ye û hin îdiayên hilêxistî li nav torên înternetê derheq hitmala danîna bombeyan û xirabkariyê li buyera hilweşyana avahiya pilaskoyê derew in.
Vê sibê li encama bûyera agirgirtina avahiya Plaskoyê li kolana Cimhûriya Îslamî ya Têhranê hejmarek ji welatiyan birîndar bûne.