Kanûn 04, 2020 18:08 Asia/Tehran
  •  Neymar dixwaze ji nû va bi Messi ra bilîze

Neymarê di taxima Paris Saint-Germainê ya ji ekîbên Lîga Fûtbolê ya Fransayê da dilîze got dixwaze ku di sezona(demsala) pêşiya me da bi Lionel Messi ra di heman taximê da bilîze.

Neymarê di taxima Paris Saint-Germainê ya ji ekîbên Lîga Fûbolê ya Fransayê da dilîze got dixwaze ku di demsala pêşiya me da bi Lionel Messi ra di heman taximê da bilîze.

Neymarê di pêşbirka UEFAya Lîga Şampiyonan ya PSG ya 3-1 ji Manchester Unitedê bir da 2 gol evêtin piştî pêşbirkê daxuyanî da rojnamevanan û pirsên wan bersivand.

Ji Neymar pirsîn ku gelo dixwaze Lionel Messiyê gogvanê ji Arjantinê yê Barcelonayê formaya PSGyê li xwe bike got, "Tişta ku herî zêde dixwazim ew e ku ji nû va bi Messi ra li qadê bilîzim û kêfxweş bibim. Dikare li ciyê ku ez lê dilîzim jî bilîze, di vê mijarê da pirsgirêka min tune. Lêbelê dixwazim ku di demsala pêşiya me da pê ra bilîzim. Dibê em viya bikin."

Peymana Messiyê bi formaya Barcelonayê va di 743 pêşbirkan da 641 gol avêtin di dawiya demsalê da xilas dibe.

Serepeyv