Cotmeh 14, 2020 09:01 Asia/Tehran
  •  Şanoya Bajêr a Amedê bi lîstika 'Elîzabeth' deriyê xwe vedike

Şanoya Bajêr a Amedê di serdema nû de bi lîstîka Dario Fo ya bi navê "Elîzabeth" dika xwe vedike. Şanoger got ew bi lîstikek nû deriyên xwe ji temaşevanan re vedikin û xwest temaşevan biçin li lîstika wan temaşe bikin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Komên şanoyan ên ku her meh ji bo lîstikan hin bername amade dikirin û dilîstin, ji ber pêvajoya vîrusa koronayê (Kovîd-19) mecbûr mabûn eywanên xwe bigirin. Ji van şanoyan yek jî Şanoya Bajêr a Amedê bû û ji ber pêvajoya pandemiyê dikên xwe girtin. Lê Şanoya Bajêr a Amedê tevî hin komên şanoyan lîstik amade kiribûn û li ser medya civakî parve kiribûn. Piştî ku di 1’ê Tîrmehê de Serokkomar derbarê şano û sînemayan de giştîname weşand ku dikarin eywanên xwe vekin, Şanoya Bajêr a Amedê dest bi xebatên xwe yên serdema nû kirin. Lîstikvana Şanoya Bajêr a Amedê Berfîn Emektar derbarê xebatên şanoyê yên serdema nû de axivî. 

Emektar diyar kir ku ji ber pêvajoya pandemiyê 7 meh in dernakevin ser dikê û wiha got: “Ev du meh in me barkir cihê xwe yê nû û dest bi provayan kir. Niha provaya lîstikên nû heye. Di heman demê de provaya bernameyekê jî em çêdikin. Niha amadekariya sezona nû dikin. Herî dawî di adarê de me lîstika xwe lîst. Ev 7 meh in em derneketibûn li pêşberî temaşevanan lê em hêvî dikin ku dawiya vê mehê em ê dest bi sezona nû bikin.” 

‘VÎRUSÊ BANDOREKE MEZIN LI SER BEŞÊN HUNERÊ KIR’

 Emektar da zanîn ku vîrûsa koronayê bandoreke zêde li ser beşên hunerê kir û wiha got: “Mixabin bi koronayê re bandoreke mezin li ser beşên hunerê çêbû, yek ji van jî şano bû. Ji xwe demeke dirêj qedexe bûn. Niha jî qedexe rabûye lê dikarin nîvî temaşevanan bigirin. Ew jî rîskek e, hem ji bo aboriyê hem jî ew dêrûniya li ser temaşevanan ranebûye. Dikarin bikevin cihê girtî, qelebalix? Ew jî rîskeke mezin e. Ji aliyê aboriyê ve şano hatine asta girtinê. Hinek şanoyên taybet ji ber ku nikarîn xwe bi rêve bibin îflasa xwe îlan kirin. Ji bo me jî ev pêvajo bi zehmetî dimeşe. Em hewl didin ku dawiya vê mehê vebikin. Em hêvî dikin ku gelê me were şanoyê û li lîstikên me temaşe bikin.” 

ŞANOGERAN ÎNÎSIYATÎFA ‘BILA ŞANOYA ME HEBE' AVA KIR 

Emektar anî ziman ku şano tiştekî aktîf e pêwîst e rûbirû xebatên wê werin kirin û wiha domand: "Mixabin me nikaribû werin cem hev. Ji ber wê yekê lîstikên xwe yên kevin bi temaşêvanên xwe re parve kirin. Di vê demê de înîsiyatifek ku ‘Tiyatromuz yaşasin’ hat avakirin. Ji bo rêxistina şanogeran înîsiyatifeke gelekî baş e. Niha nêzî 400 komên şanoyê di nava înîsiyatîfê de ne.

Di pêvajoya pandemiyê de dewlet li tu beşên hunerê xwedî derneket. Wezareta Çandê tu alîkarî nekirin lê wê înîsiyatifê li hemberî vê yekê berxwedan û gelek çalakî çêkirin. Hinek tişt bi dest xistin jî. Berî her tiştî bûn yek û rêxistina xwe ava kirin. Em jî di nava wê înîsiyatifê de cih digirin.” 

PROVA BERDEWAM DIKIN 

Emektar destnîşan kir ku niha amadekariyên lîstika 'Dario Fo' ya bi navê "Elîzabeth" dikin û got: “Em ê lîstikên xwe yên sezona berê jî bilîzin. Wek Tartuffe, Xewna Şevek Havînê, Bûn an Nebûn. Lê amadekariya lîstikên me yên nû jî hene. Em ê bi lîstika Elîzabeth sezonê vekin. Ji ber pêvajoya pandemiyê mixabin em jî pêşiya xwe nabînin. Em ê çi bikin çawa bimeşînin, bernameyê derxînin dernaxînin, wê çi bibe? Lê dîsa jî em karê xwe dikin, provayên xwe berdewam dikin. Rewşeke awarte çênebe, me cihekî nû ava kiriye em dixwazin vekirina vî cihî bikin û bernameyekê diyar bikin. Ji ber ku ev der bi cihekî komînal hat avakirin û keda sedan mirovan têde heye. Li gor rewşê em ê bernameyên mehane derxînin. Cihê me yê nû ne tenê cihê şanoyê ye ji ber ku cihekî çandî hatiye avakirin, dê li vê derê pêşengeh jî hebin, derfet çêbin em ê lîstikan ji derve jî bînin.” 

‘EM LI BENDA TEMAŞEVANAN IN' 

Emektar diyar kir tedbîrên xwe yên ji bo pandemiyê girtine û got: “Salona me du saetan carekê tê dezenfektekirin. Em ê bêmaske tu kesî negirin hundir, sincîrîn û germahiya laşê wan bipîvin û wisa bigirin hundir. Jixwe ji sedî 60 em ê bigirin hundir. Hem ji bo tenduristiya temaşevanên xwe hem jî ji bo hevalên xwe em ê tedbîrên xwe hemû bigirin.” Emektar di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku temaşevanan pirr bêriya lîstikên şanoyê kirine û got: "Em ê hewl bidin ku bi temaşevanên xwe re werin cem hev. Ji ber ku me jî bêriya wan kiriye. Em li benda temaşevanên xwe ne." 

 

 

Serepeyv