Tebax 24, 2020 01:35 Asia/Tehran
  • Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê (FFKL) dibêje fîlman kopî nekin

Li dinyayê ji ber Vîrûsa Koronayê bi dehan festîval hatin betalkirin. Yên li dar ketin jî wekî online li dar ketin. Ji festîvalên kurdan Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê (FFKL) jî wekî online dest pê kir û hê jî didome.

Li gorî rapora malpera Diyarnameyê, Li dinyayê ev festîvalên wekî online li dar ketin jî temaşekirina fîlman bi pere bû, lê ya bê pere fîlman pêşkêş dike jî hene. Lê meseleyek din derket holê, hinên ku li fîlman temaşe dikin wan fîlman dadixin jî. Li ser vê yekê FFKL'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û xwest ku temaşevan fîlman danexin, tenê temaşe bikin. FFKL'ê got ku ji ber ku hêza wan a ewlehî tune ku pêşî li daxistina filman li ser qenala youtube bigirin, ew ji her kesî  bi rêzdarî dixwazin ku filman ji youtube danexin û bi awayekî din parve nekin.

Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê (FFKL)  wisa got: "Daxistina fîlman li dijî mafê telîfê (copyright) ya kurtefilman û Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê (FFKL) ye. Wekî din ev yek dê zirarê bide pêşeroja filmçêkeran û xebatên wan yên pêşerojê. Ger hûn dixwazin piştgirî bidin û van filman parve bikin, ji kerema xwe re tenê lînka filman ya li ser qenala youtube ya festîvalê parve bikin. Em carek din ji bo piştevanî û hevkariya we spas dikin."

11'emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê ku 15'ê vê mehê dest pê kir heta 25'ê mehê didome

 

 

 

Serepeyv