Tebax 14, 2020 17:37 Asia/Tehran
  • Brîtanya - FA CUP'ê biryarên nû girtin

FA CUP'ê biryarê nû girt ku îhtîmal e ev yek ji bo kûpa û lîgên din jî bibe mînak.

Federasyona Fûtbolê ya Brîtanyayê ji ber vîrusa koronayê biryar da ku di Kûpaya Federasyona Brîtanyayê de sala bê hin guherînan çêbike. Li gor nûçeya BBC federasyonê biryar daye ku di pêşbirkên FA CAP'ê ger 90 deqe bi wekhevî bi dawî bibe dema dirêj neyê lîstin.

Her wiha ji bilî vê dê diyariya pereyan jî sedî 50 bê daxistin. Ev yek wekî encama vîrusa koronayê ku bandor li aboriyê kiriye hat nîşandayîn.

Dîsa pêşbirkên nîv fînalê jî ji dêvla du pêşbirkan dê bi lîstina tenê maçek bê temamkirin.

FA CUP a serdema 2020-2021'ê dê roja 1'ê rezberê bi pêşbirkên ekstre (ji bo tîmên jêrîn ev tê lîstin) dest pê bike û roja 15'ê gulana 2021'ê fînala wê bê lîstin.

Di FA CUP a serdema 2019-2020'an de Arsenalê tîma Chelsea bi 2-1 têk bir û kûpa bir mala xwe.

Dîroka FA CUP'ê

FA CUP bi navê xwe yê dirêj "The Football Association Challenge Cup" ji sala 1871 hatiye avakirin û her sal li Brîtanyayê tê lîstin. Ew li dinyayê wekî yekemîn pêşbaziya fûtbolê tê hesibandin. Tîmên Îngilistanê, tîmên Galler û tîmek Skoçyayê (Quenn's Park) beşdar dibe. Heta niha Arsenalê 14 caran ev kûpa girtine ku rekor di destê wê de ye.

Premier Lîg meha pêşiya me dest pê dike

Li aliyê din Premier Lîga Brîtanyayê dê 12'yê rezbera pêşiya me dest pê bike û 23'yê gulana 2021'ê bi dawî bibe. Fîkstura lîgê roja 21'ê vê mehê diyar bibe.

 

 

 

Serepeyv