Konfêdêrasyona Futbola Asyayê jî hat daxistinê
Adar 16, 2020 18:19 Asia/Tehran
Malpereke Nûçan idia kir ku karên li avahîya Konfêdêrasyona Futbola Asyayê (AFC) ji ber belavbûna vîrûsa Koronayê hatin rawestandinê.
Malpera Seudi 360 a Erebistanê ragihand ku karên Konfêdêrasyona Futbola Asyayê yên li avahîya wê ji îro ve heta 28`ê Adarê hatin rawestandinê û karmendên wê erkdar in ku kar û erkên xwe ji malê ve bikin û cih bînin.
Avahîya AFC`yê li şarê Kuvalalampûr paytexta Malêzîyê ye.
Belavbûna vîrûsa Koronayê bûye sedema rawestandina pirranîya Lîgên Futbola Asyayê û paşdaxistina pêşbirkên Lîga Qaremanên Asyayê û yên bijartina Kapa Cîhaîn ya 2022`yê.